• Friday, 06 February 2026
logo

Li sînorê Dubiz erebên hawirde hezar û 500 donim erdên kurdan dagir kirin

Gulan Media November 15, 2020 Nûçe
Li sînorê Dubiz erebên hawirde hezar û 500 donim erdên kurdan dagir kirin
Li gundeke ser bi qeza Dubiz a li sînorê parêzgeha Kerkûkê erebên hawirde piştî dest danîn ser erdên nava gund dest bi çêkirina xaniyan kirin û naha jî dest danîne ser 1500 donim erdên wî gundî û dixwazin hemû gund dagir bikin.

Îro 15.11.2020ê Muxtarê gundê Emşe ya ser bi qeza Dubizê Kwêxa Kazim ji nav gund ji BasNewsê re ragehand: ‘’Gundê Emşe xwedî du hezar donim erde û naha erebên hawirde 1500 donim erd dagir kirine û tenê 500 donim erd di dest cotkarên gund de mane û dixwazin temamê gund dabir bikin.’’

Herwaha got: ‘’Roja Pêncşema borî erebên hawirde amûrên çêkirina xaniyan anîn nav gund ku xaniyan çêbikin û em jî rêgir bûn û piştre bû şer. Êdî herdu alî me gilî li hev kir, lê naha hinekên din hatine xaniyan çêdikin, ewqas zêdene ku dikarî rêgiriya beşekî bikî, rewş waha ye û berdewam dikin di xanî çêkirinê de.’’

Muxtarê gund got: ‘’Hêzên ewlehiyê û parêzgerê sepandî yê Kerkûkê li pişt wan erebên hawirde ne û êdî ew dagirkeriye bo wan diçe serî û em jî dê dozê vekin, lê ew bi nivîsa fermî ya Rakan Cibûrî ve vedigerin û hêza wan jî heye.’’

Basnews
Top