“800 çekdarên Sûrî li Lîbya û Qerebaxê hatine kuştin”
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Ji destpêka şerê Azerbeycan û Ermenistanê li herêma Qerebaxê û şerê Lîbyayê ve, zêdetirî 789 çekdarên Sûrî hatin kuştin.
Li gorî zanyariyên Rewnagehê, heta niha 496 çekdarên opozîsyona Sûriyê li Lîbyayê û 293 çekdar li Qerebaxê hatine kuştin û bi sedan çekdar jî birîndar bûne.
Diyar kir jî, heta niha îstixbarata Tirkiyê dora 18 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê birine Lîbyayê ku di nava wan 350 zarok hene. Herwiha Tirkiyê zêdetir ji 2500 çekdar jî tevlî şerê Qerebaxê kiribûn.
Rewangehê da zanîn, bi rêketina agirbestê ya di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de, Tirkiyê şandina çekdarên Sûriyê bo eniyên şer li Qerebaxê rawestandiye.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan aşkere kir jî, kompanyayeke ewlekariyê ya Rûsyayê jî nêzîkî 4 hezar çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê ve jî veguhastibûn Lîbyayê, lê piştî bi dawîbûna operasyonên leşkerî, beşeke mezin ji çekdaran vegeryan.
K24
