Li Herêma Kurdistanê 28 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 571 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 231 kes li Hewlêrê, 161 kes li Silêmaniyê, 121 kes li Duhokê, 9 kes li Helebceyê, 46 kes li Germiyanê, 3 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand; 28 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 5 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 8 kes li Duhokê û 8 kes li Raperînê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 426 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 89600
Mirin: 2843
Başbûn: 55282
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.
K24
