• Thursday, 05 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge: Di demek nêzîkî de fermana bilindkirina pileya pêşmergeyan tê dayîn

Gulan Media November 15, 2020 Nûçe
Wezareta Pêşmerge: Di demek nêzîkî de fermana bilindkirina pileya pêşmergeyan tê dayîn
Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ragihand, mijara bilindkirina pileya efser û fermandeyên Pêşmerge çûye ber destê serokatiya Herêma Kurdistanê.

Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ji BasNewsê re got, serokatiya hikûmeta Kurdistanê nav û lîsteya wan efser û fermandeyên Pêşmerge yên ku hêjayî bilindkirina pileyê hatine dîtin, şandiye serokatiya Herêma Kurdistanê.

Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge da zanîn, tê pêşbînîkirin di demek nêzîk de serokatiya Herêma Kurdistanê wê yekê pesend bike û fermana fermî bo bilindkirina pileya efser û fermandeyên derxîne.

Basnews
Top