Wezareta Pêşmerge: Di demek nêzîkî de fermana bilindkirina pileya pêşmergeyan tê dayîn
Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ji BasNewsê re got, serokatiya hikûmeta Kurdistanê nav û lîsteya wan efser û fermandeyên Pêşmerge yên ku hêjayî bilindkirina pileyê hatine dîtin, şandiye serokatiya Herêma Kurdistanê.
Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge da zanîn, tê pêşbînîkirin di demek nêzîk de serokatiya Herêma Kurdistanê wê yekê pesend bike û fermana fermî bo bilindkirina pileya efser û fermandeyên derxîne.
Basnews
