• Thursday, 05 February 2026
logo

Qaymeqamê Sinûnê: Çekdarên PKKê zarokên êzîdî direvînin!

Gulan Media November 14, 2020 Nûçe
Qaymeqamê Sinûnê: Çekdarên PKKê zarokên êzîdî direvînin!
Qaymeqamê nahiya Sinûnê ya Şingalê dibêje, çekdarên PKKê zarokan direvînin, ji ber wê jî divê PKK zû ji Şingalê were derxistin.

Qaymeqamê nahiya Sinûnê, Nayîf Seydo ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, heta niha nêzîkî 15 hezar koçber vegeriyane devera Şingalê, bi hêviya ku rêkeftina Şingalê were bicîhanîn û hêzên PKKê û Heşda Şeibî ji wir derkevin. Lê heta niha PKK li Şingalê ye û zilmê li kurdên êzîdî dike.

Nayîf Seydo her wiha gotiye, PKK zarokên ku jiyê wan ji 18 salan kêmtir e, direvîne. Heta niha gelek malbat hatine li ba me gilî kirine û gotine PKKê zarokên me revandine. Eger PKK ji Şingalê neyê derxistin dê arîşe mezintir bibe.

Qaymeqamê Sinûnê daxwaz kiriye, rêkeftina Şingalê di demek kurt de were bicîhanîn da ku rewşa Şingalê asayî û asûde bibe.

Basnews
Top