Li Şarebanê mamostayek li berçavê zarokê xwe hate kuştin
Berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 13.11.2020ê li taxa mamostayan a qeza Şareban, ji aliyê çend çekdarekî nenas ve bi motosîkletê gule berdan kesê bi navê Muhaned Xelîl Îbrahîm ê nav otomobîla xwe de bû û zarokê wî yê kur jî li gel bû û di cîh de jiyana xwe ji dest da û ew kes mamostaye û piştre jî kesên gule berdanê reviyan.’’
Herwaha got: ‘’Piştî bûyerê hêzên polîs li ser wê tewanê dest bi lêkolînê kirin.’’
Qezaya Şareban yek ji qezayên ser bi parêzgeha Diyale ye û beşekî berçav ji kurdên feylî li wê qezayê jiyan dikin.
Basnews
