• Thursday, 05 February 2026
logo

Li Şarebanê mamostayek li berçavê zarokê xwe hate kuştin

Gulan Media November 14, 2020 Nûçe
Li Şarebanê mamostayek li berçavê zarokê xwe hate kuştin
Şeva borî li qeza Şareban a ser bi parêzgeha Diyale, çend çekdarekî nenas bi çek gule li berçavê zarokê wî berdan mamostayekî û ew kuştin.

Berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 13.11.2020ê li taxa mamostayan a qeza Şareban, ji aliyê çend çekdarekî nenas ve bi motosîkletê gule berdan kesê bi navê Muhaned Xelîl Îbrahîm ê nav otomobîla xwe de bû û zarokê wî yê kur jî li gel bû û di cîh de jiyana xwe ji dest da û ew kes mamostaye û piştre jî kesên gule berdanê reviyan.’’

Herwaha got: ‘’Piştî bûyerê hêzên polîs li ser wê tewanê dest bi lêkolînê kirin.’’

Qezaya Şareban yek ji qezayên ser bi parêzgeha Diyale ye û beşekî berçav ji kurdên feylî li wê qezayê jiyan dikin.

Basnews
Top