Ofîsa Serokê Parlamentoya Iraqê Bextiyar Şaweys derewand
Li gor nûçeya K24ê ofîsa serokê encûmena nûnerên Iraqê Mihemed Helbûsî bi zimanê kurdî ew gotin red kirin ku ew gotin bi navê wî hatine kirin û di hin çapemeniyên kurdî de bi zimanê Bextiyar Şaweys ve hatine belav kirin.
Daxuyaniya ofîsa Helbûsî de hat gotin, serokê encûmena nûnerên Iraqê ti daxuyaniyên wisa nedane. Hem tiştên li çapemeniyê hatine belav kirin û bi Helbûsî ve kirine hemû dûr in ji rastiyê.
Berî naha jî parlamenterê berê yê Iraqê Rênas Cano bi rêya BasNewsê ve bersiva Bextiyar Şaweys dabû û ragehandibû ku ‘’Kurd qurbanê wan xenceranin ku we ji pişt ve li kurdan daye.’’
Basnews
