• Thursday, 05 February 2026
logo

Jeffrey: Amerîkayê garantiya serbazî li dijî Tirkiyê nedabû Kurdan

Gulan Media November 14, 2020 Nûçe
Jeffrey: Amerîkayê garantiya serbazî li dijî Tirkiyê nedabû Kurdan
Nûnerê berê yê Amerîka li Sûryiyê James Jeffrey dibêje, “ti kesekî li Washingtonê garantiya serbazî li dijî Tirkiyê nedabû Kurdan” û tekez jî dike, “Amerîka ti caran ji Sûriyê venekişiya.”

Jeffrey da xuyakirin ku hejmara rasteqîne ya hêzên Amerîka li Sûriyê ji wan 200 serbazan zêdetir e ku Serokê Amerîka rizamendî li ser nîşan daye.

Nûnerê berê yê Amerîka li Sûryiyê dibêje, “Amerîka garantiya serbazî li hember milîsên Rûsya, hikûmeta Sûriyê û DAIŞê dabû Kurdan, lê qet ti kesekî li Washington garantiya serbazî li dijî Tirkiyê nedabû Kurdan.”

Jeffrey daye xuyakirin ku biryarên Trump bûne sedema ragirtina aloziyên leşkerî û siyasî li navçeya Rojhilata Navîn û dibêje ew baştirîn biryar in ku îdareya Amerîka dabe bo aramkirina navçeyekê ku berdewam alozî têde hene.

Jeffrey herweha daxwazê ji Biden dike û berdewamiyê bide awayê karkirina îdareya Donald Trump li Sûriyê.

Herwiha Jeffrey dibêje, her çiqas bi fermî Amerîkayê ragihandibû ku hêzên xwe ji Sûriyê vedikişîne, lê di rastiyê de ti cor vekişînek çê nebû û “Amerîka ti caran ji Sûriyê venekişiya.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo berî niha di daxuyaniyeke fermî de aşkere kiribû ku Joel Rayburn weke şandiyê Amerîkî ji bo Sûriyê, piştî malnişîniya James Jeffrey hatiye diyarkirin.

Hêzên Amerîkayê 11 binke û xalên serbazî her yek li Hesek, Reqqa û Dêrezorê hene û piştvaniya serbazî jî bo wan binkeyan vediguhêze.

Amerîkayê di dawiya meha Îlona îsal de, nêzikî 70 barhilgir ji pêdawîstiyên serbazî û mirovî bo hêzên xwe veguhast.

Rudaw
Top