• Thursday, 05 February 2026
logo

Bereya Aştî û Azadiyê bi şandeke Amerîkî re civiya

Gulan Media November 14, 2020 Nûçe
Bereya Aştî û Azadiyê bi şandeke Amerîkî re civiya
Şandeke Bereya Aştî û Azadiya Sûriyê li gel şandeke Amerîkî û Konsûlê Fransa li Stenbolê civiya.

Şanda Bereya Aştî û Azadiyê, di civîna li gel şanda Amerîkî de, derbarê mijarên pêwendîdar û bi taybetî rojvayê Kurdistan û Sûriyê axivîn.

Berpirsê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye û endamê wê şandê, Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand, roja Înê ew li Stenbolê li gel grûpa Dosyeya Sûriyê li Wezareta Derve ya Amerîka civiyan û bi hev re derbarê mijarên pêwendîdar, bi taybetî Rojavayê Kurdistan û Sûriyê nirxandin.

Mihemd Îsmaîl got, di civîna li gel şanda Amerîkî de, wan ragihand ku Bereya Aştî û Azadiyê nûneratiya xelkê Sûryê dike û wan têkezî li ser diyaloga Kurdî-Kurdî kiriye û gotiye ku diyalog divê di berjewendiya hemû kes û aliyan de be.

Her roja Înê, şanda Bereya Aştî û Azadiya Sûriyê li gel Konsûlê Fransa li Stenbolê civiya.

Di wê debarê de, Mihemed Îsmaîl got, wan nerîna bereya xwe ji wan re zelal kir û xala girîng jî bi hevre jiyana pêkhateyên navîeyên wan bû.

Îsmaîl dibêje, wan ji Fransiyan re got, ew dikarin ji bo laîkariya opozîsyona Sûriyê roleke girîng bilîzin.

Mihemed Îsmaîl got jî, wan ji Konsûlê Fransa re gotiye, ew aliyekî opozisyona Sûriyê ne ku ji çend aliyan pêk hatine, û neratiya xelkê Sûriyê dikin.

Rudaw
Top