Hêza Sînorparêz ya Îranê kuştina 3 endamên xwe li Urmiyê ragihand
Hêza Sînorparêz ya Îranê ragihand, “2 efser û serbazekî me li sînorê parêzgeha Urmiyê di rûbirûbûna hêzên Dijberî Şorişê de hatin kuştin.”
Hêza Sînorparêz ya Îranê aşkere kir, “Şer li navçeyeke sînorî ya parêzgeha Urmiyê qewimî û rê nehat dayîn hêza dijber derbasî Îranê bibe.”
Hêza Sînorparêz ya Îranê dibêje, “îro, 13.11.2020, demjimêr 14.00 li navçeya Tergewera Urmiyê şerekê rû da.”
Fermandarê Hêza Sînorparêz ya Îranê li Urmiyê Yehya Husên Xanî ji medya Îranê re ragihand, “Di wî şerî de du efser bi navên Muslîm Cehanara û Malîk Tahîrî û serbazek bi navê Kamran Keramet hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.”
Fermandarê Hêza Sînorparêz ya Îranê tekez jî dike ku “Teqe û agirbaraneke zêde çêbû û dibe hêzên dijber jî ziyan dîtibe.”
Rudaw
