• Friday, 06 February 2026
logo

Baştirîn bersif bo Bexdayê vekêşîna Kurde

Gulan Media November 13, 2020 Nûçe
Baştirîn bersif bo Bexdayê vekêşîna Kurde
dibêje bila civata bilind ya siyasî ya Kurdistanê were damezrandin.
Dibêje lazime borda serxwebûnê were avakirin.

Sekretê giştî yê partiya yekîtiya nîştimaniya demokratîk ya Kurdistanê (YNDK) Xefûr Mexmûrî derbarê biryara îro danê sibê ya parlementoya Îraqê ya bo neşndina pereyên Kurdistanê, ragihand ku baştirîn bersif ku Kurdistan bide wan aliyan, vekêşîna Kurde ji Bexdayê.

Mexmûrî herwiha daxwaz ji aliyên Kurdî kiriye daku yek deng bin û bordek bi navê borda serxwebûnê ava bikin.

Mexmûrî eşkere kiriye ku hikûmetên berê yên Îraqê li dijî Kurd gelek xirab bûne û ya niha jî ji wan xirabtire.

Nav hatî herwiha daxwaza ava kirina civata bilind ya siyasiya Kurdistanê û yekdengiya aliyên siyasî yên Kurdistanî kiriye.
Top