• Thursday, 05 February 2026
logo

SHK: Em li hember pêngava han dilgiranin

Gulan Media November 13, 2020 Nûçe
SHK: Em li hember pêngava han dilgiranin
her sê Serokatiyên Kurdistanê û firaksiyonên Kurdistanî dicivin
Dibêje emê hewlên xwe bo çareser kirinê bitevger bikin.

Serokatiya herêma Kurdistanê derbarê biryara îro ya parlementoya Îraqê de ya derbarê deyin kirina pereyan ji aliyê hikûmeta Îraqê ve û neşandina para Kurdistanê daxuyaniyek bo raya giştî belav kiriye.

Di daxuyaniya han de Serokatiya herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember biryara han diyar kiriye û ragihandiye ku parlementoya Îraqê ti pîvan û rêgezeke hevbeşiya rastîn, lihev kirin û hevsengiyan liber çav nekiriye, projeya han bêyî liber çav girtina pêşniyarên aliyên Kurdistanî hatiye pejrandin.

Serokatiya herêma Kurdistanê herwiha spasiya aliyên Kurdî jî kiriye ku yekdeng û yek helwest bûne.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku SHK tevahiya hewlên xwe bo parastin û berevanî kirin ji mafên reva yên gelê Kurdistanê bi tevger dike.

Herwiha hatiye eşkere kirin ku vê civînek di navbera her sê Serokatiyên Kurdistanê û firaksiyonên Kurdistanî li Bexdayê tê lidarxistin.
Top