Lîza Kakeyî: Şovenîstên Iraqê ji rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya li ser navçeyên Kurdistanî ditirsin
Endama fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdisanê Lîza Felakedîn Kakeyî ji BasNewsê re ragehand, armanca sereke ya wê hewldana parlamentoya Iraqê, şovenîstên Iraqê ya birîna mûçeyên herêma Kurdistanê, binpe kirin û ava kirina pirsgirêkan e û astengî çekirin di peyvendiyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de ye bo asteng kirina proseya asayî kirina rewşa navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê ye.’’
Herwaha got: ‘’Tişta li Parlamentoya Iraqê pêkhat, verêşandina kîna erebên şovenîst bû li hember rêkeftina her du hikûmetan li ser asayî kirina rewşa Şingalê. Tirsa wan heye ku rêkeftin li ser navçeyên din ên sînorê madeya 140 de jî pêkbê ku hewldan bi çavdêriya Netewên Yekbûyî zêde bûne û rojane şandeyên leşkerî yên herêma Kurdistanê û Iraq a federal dicivin û gelek qonaxên baş û giring derbas kirine.’’
Basnews
