• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokatiya Parlementoyê li ser pesendkirina yasaya darayî bertek nîşan da

Gulan Media November 13, 2020 Nûçe
Serokatiya Parlementoyê li ser pesendkirina yasaya darayî bertek nîşan da
Serokatiya Parlementoya Kurdistanê li hember pesendkirina qanûna deynan ji aliyê Parlementoya Iraqê ve nîgeranî û nerazîbûn nîşan da û ragihand, ew karê han binpêkirina nirxên pêkvejiyan û pîvanên sîstema federalî ye.

Nerazîbûnên li hember pesendkirina qanûna deynan ji aliyê parlementoya Iraqê ve, didomin.

Serokatiya Parlementoya Kurdistanê jî li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew gelekî ji wî karê parlementoya Iraqê nîgeran in ji ber ku ew karê han binpêkirina nirxên pêkvejiyan û pîvanên sîstema federalî ye ku di Destûra Iraqê de hatine.

Serokatiya parlementoya Kurdistanê destxweşî li fraksiyonên Kurdistanî jî kiriye ku bi hev re li dijî wê qanûnê derketine û ragihandiye, ewê bi hemahengî ligel serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Kurdistanê, tevahiya aliyên wê yekê zelal bikin û paşê endamên parlementoyê bicivînin.

Duh pêncşemê 12ê Mijdara 2020an, Perlamentoya Iraqê ji bo dengdana li ser projeya yasaya wergirtina deynan kom bû. Lê nûnerên Kurd ji ber zêdekirina hin madeyên dijî hikûmetê û karmendên Herêma Kurdistanê, beşdarî civînê nebûn.

Her çend nûnerên Kurd beşdarî vê rûniştinê nebûn jî, Parlementoya Iraqê deng li ser vê yasayê da.

Gelek Şîe û Sunne di Parlementoya Iraqê de li dijî Kurdan bûn yek û di nava vê projeyasayê de daxwaz kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya dahatên petrolê û dahatên din radestî Bexdayê bike, piştre pereyên xwe bistîne. Ev jî berevajî rêkeftina berê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.

K24
Top