• Friday, 06 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjî yê Amerîkayê li ser veberhênanê gotûbêj kirin

Gulan Media November 13, 2020 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjî yê Amerîkayê li ser veberhênanê gotûbêj kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjî yê Amerîkayê li ser veberhênana zêdetir a Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Êvara pêncşemê 12ê Mijdara 2020an, bi rêya peywendiyeke telefonî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjî yê Amerîkayê Dan Brouillette li ser pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gotûbêj kirin, bi taybetî di warê enerjî û hêsankariyên li Herêma Kurdistanê yên di warê veberhênanê de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi bernameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir li ser teşwîqa veberhênan û pêkanîna derfetên kar ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî herwiha spasiya piştevaniya Wezîrê Enerjiyê kir û daxwaza veberhênana zêdetir a Amerîkayê li Herêmê kir.

K24
Top