• Thursday, 05 February 2026
logo

Mamostayekî zanko: Destê wan parlementerên kurd di qutkirina pişka Kurdistanê de hebû

Gulan Media November 12, 2020 Nûçe
Mamostayekî zanko: Destê wan parlementerên kurd di qutkirina pişka Kurdistanê de hebû
Mamostayekî zanko dibêje, rola parlementerên kurd yên Iraqê, ku dijminatiya Herêma Kurdistanê dikin, di biryara îro ya parlementoyê de heye.

Parlementoya Iraqê îro danê sibê pirojeqanûna wergirtina deynan pesend kir. Di wê qanûnê de rêkeftina Hewlêr û Bexdayê li ser mûçe û 320 milyar dînarê ku lazim bû Bexda mehane bide hikûmeta Kurdistanê, nehat hesibandin.

Li ser vê mijarê, mamostayê zanko Medhet Silêman ji BasNewsê re got, pirojeqanûna deynan, ku biryar bû bo nehîştina valahiya bûdceyê were pesendkirin, bêyî kurd, hat pesendkirin û pişka Herêma Kurdistanê jê hat derxistin. Ev jî cînosaydkirin û birçîkirina xelkê Kurdistanê ye.

Medhet Silêman her wiha got, beşek ji wan parlementerên kurd yên Iraqê, ku dijminatiya Herêma Kurdistanê dikin, di pesendkirina wê qanûnê de rolek aktîf lîstin. Ji ber ku berdewam li ba firaksyonên şîe û sunniyan dijberiya Herêma Kurdistanê dikin.



Basnews
Top