• Friday, 06 February 2026
logo

Dîrokzanekî kurd: Her gava Iraqê xwe bihêz dîtibe, zilm li kurdan kiriye

Gulan Media November 11, 2020 Nûçe
Dîrokzanekî kurd: Her gava Iraqê xwe bihêz dîtibe, zilm li kurdan kiriye
Dîrokzanekî kurd dibêje, şîe û sunniyên Iraqê her dem li hember kurdên Iraqê yek bûne û tenê di dema lawaziyê de nêzîkî kurdan bûne.

Dîrokzan û mamostayê zankoya Silêmaniyê, dr. Keywan Azad ji BasNewsê re got, di hemû qonaxên dîrokê de, ne şîe û ne jî sunnî amade nebûne mafên kurdan bidin û kurd wek welatiyê pile du hesibandine.

Dr. Keywan Azad her wiha got, rast e gelek nakokiyên wan jî hene lê li hember gelê kurd her dem bûne yek.

Wî pisporê dîrokî behsa Şoreşa Îlonê jî kir û got, her gava Iraq û Iraqî lawaz bûne, xwe nêzîkî kurdan kirine lê dema bihêz bûne, her zilmek li kurdan kirine.

Îro danê sibê bi dengên parlementerên şîe û sunnî yên Iraqê, pirojeqanûna deyn ya hikûmetê hat pesendkirin lê pişka Herêma Kurdistanê jê hat derxistin.

Basnews
Top