Li Perlemana Iraqê bê Kurd deng li ser projeyasayekê hat dayîn
Her çend nûnerên Kurd beşdarî vê rûniştinê nebûn jî, Perlamena Iraqê deng li ser vê yasayê da.
Gelek Şîe û Sunne di Perlemena Îraqê de li dijî Kurdan bûne yek û di nava vê projeyasayê de daxwaz kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevahiya dahatên petrolê û yên din radestî Bexdayê bike, Piştre pereyên xwe bistîne. Ev jî berûvajî rêkeftina berê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye kirin.
Di rûniştina Perlemenê de di navbera nûnerên Kurd û Şîa de nîqaş derket û piştre nûnerên Kurd ji rûniştinê derketin.
Duhî Encûmena Nûnerên Iraqê (Perleman) derbarê pesendkirina projeya qerzê ji bo temamkirina kêmbûna budceyê û dabînkirina mûçeyan li Iraqê civiyabû.
Peyamnêrê K24ê li Encûmena Nûnerên Iraqê Şivan Cebarî ragihand, hejmarek ji nûnerên Şîe û Sune yekîtiyek bi hev re ava kirine û li dijî birgeya 5 a wê projeyasayê rawestiye ku kabîneya Serokwezîr Mistefa Kazimî ew ji bo encûmenê şandiye.
Li gorî birgeya 5'an a vê projeyasayê, Hikûmeta Iraqê razîbûna xwe nîşan daye, li hember Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrola bişîne Bexdayê, Hikûmeta Iraqê mehane 320 milyar Dînar bişîne Herêma Kurdistanê.
Got jî: Beşek ji nûnerên Şî'e û Sunne yî pêşinyarên nû kirine û daxwaz dikin ku mercan li ser Herêma Kurdistanê giran bikin û wê neçar bikin ku Herêma Kurdistanê rojane 450 hezar bermîl petrol radestî kompanyaya “SOMO” bike û hemû dahatên din jî vegerîne Bexdayê. Piştre Hikûmeta Bexdayê 320 milyar Dînar mûçeyê Herêma Kurdistanê bişîne.
Ev daxwaz û pêşniyara beşek ji nûnerên Şîe û Sunne, nerazîbûna kom û aliyên Kurdistanî li Encûmena Nûnerên Iraqê pişt xwe anî.
Di heman demê de, ew daxwaz jî li dijî naveroka rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de hatibû îmzekirin.
K24
