Mihemed Hacî Mehmûd: Erebên şîe û sune li gel nakokiyên wan jî hene li ser birîna budceya Kurdistanê rêkeftin
Îro 12.11.2020ê Parlamentoya Iraqê projeyasaya deynkirinê pejirand û di wê projeyasayê de rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê nepejirand û ew 320 milyar dînarê ku biryar bû hikûmeta Iraqê her meh bo herêma Kurdistanê bişîne ji holê rakir.
Li hember vê yekê sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd di daxuyaniya xwe de got: ‘’Şovenên ereb nav Parlamentoya Iraqê de civîn ji rê derxistin bo birîna budce û mûçeyê herêma Kurdistanê.’’
Herwaha amaje bi gotineke xwe ya berê kiribû jî kir û got: ‘’Eger hemû dahat, ax û gel jî radestî Iraqê bikî, Bexda ne amadeye budce û mûçe û mafên rewa yên gelê Kurdistanê bide. Lê îro zêdetir jî mahiyeta Iraqiyan derket û sune û şîe li gel hemû dijminatiya xwe ya li gel yek heye, her ereb bûn û li gel yek bi yekdengî daxwaza birîna budce û mûçeyê herêma Kurdistanê kirin.’’
Mihemed Hacî Mehmûd daxwaz kir, desthilata destûriya herêma Kurdistanê û partiyên siyasî bicivin û biryarê ser wan xalane bidin:
1 – Êdî daxwaza pare û budce û mûçe ji Iraqê neyê kirin.
2 – Kurd xwe ji Bexdayê vekêşe.
3 – Ew dahata heye li Kurdistanê bê rêkxistin.
Basnews
