Şandeke Eniya Aştî û Azadiyê bi Wezareta Derve ya Tirkiyê re dicive
îro şandeke Eniya Aştî û Azadiyê gihîşt Enqerê û biryar e derbarê dawî pêşhatên rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de bi şandeke Wezareta Derve ya Tirkiyê re bicive.
Li gor zanyariyên K24ê, şanda Eniya Aştî û Azadiyê ji Mihemed Îsmaîl û Feysel Oso ji ENKSê, Gebriyêl Muşê û Dawûd Dawûd ji Rêxistina Asûrî ya Demokratîk û Emîr Dendel û Wasif El Zaîd ji Teyar El Xed pêk tê.
Roja 28ê Tîrmeha bûrî li bajarê Qamişlo, bi beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS), Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Teyar El Xed (Şepêla Pêşerojê ya Sûrî) û Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt, Eniya Aştî û Azadiyê hat damezirandin.
Eniya Aştî û Azadiyê, hevpeymaniyeke siyasî di navbera hêzên Sûrî yên hewl didin sîstemeke firehalî, nenavendî li Sûriyê ava bikin de ye.
Eniya Aştî û Azadiyê li gor armancên ji xwe re danîne, hewl dide diyalog û danûstandinê bi hemû aliyên opozîsyona Sûriyê re bike û bi arasteya bidawîanîna êş û azarên Sûriyan, bi riya çareseriyeke siyasî ya giştgîr û li gor biryarên navdewletî, pêwendiyê bi aliyên herêmî û navdewletî re dike.
K24
