• Thursday, 05 February 2026
logo

Gundeke din ê sînorê nahyeya Batîfa ji ber PKKê hate vala kirin

Gulan Media November 11, 2020 Nûçe
Gundeke din ê sînorê nahyeya Batîfa ji ber PKKê hate vala kirin
Rêveberê nahyeya Batîfa ya ser bi qeza Zaxo aşkera kir, şeva borî ji ber hebûna PKKê balefirên şer ên Tirkiyê gelek gundên sînorê nahyeyê bombebaran kirin û rûniştvanên gundeke din jî mijûlin ku gund vala bikin.

Rêveberê nahyeya Batîfa ya ser bi qeza Zaxo Dilşêr Ebdulstar îro 11.11.2020ê ji Basnewsê re ragehand: ‘’Şeva borî ji ber hebûna çekdarên PKKê, sînorê gelek gundên nahyeya Batîfa, Kanîmasî û Dergarê ji aliyê balefirên şer ên Tirkiyê ve hatin bombebaran kirin û rûniştvanê gundê Banka jî mal û cîhên jiyana xwe bicîh hiştin.’’

Herwaha got: ‘’Berî çend mehan 4 gundên bi navên Geşanî, Pîrbile, Eblehî û Minînê yên ser bi nahyeyê ji ber hebûna binke û baregehên PKKê ji aliyê Tirkiyê ve hatin bombebaran kirin û hatin vala kirin.’’

Dilşêr Ebdulstar got: ‘’Naha rûniştvanên gundê Banka ya ser bi nahyeya Batîfa di bin metirsiyeke zêde de ne û gund vala kirin û tenû çend mal mane.’’

Rêveberê nahyeya Batîfa got: ‘’Berê û salên borî ji ber hebûna PKKê û bombebaranên artêşa Tirkiyê li sînorê nahyeyê 27 gund hatibûn vala kirin û naha hejmara gundên hatine vala kirin geheştiye 29 gundan.’’

Basnews
Top