• Friday, 06 February 2026
logo

Mezlûm Kobanî: Em nabin beşek ji nakokiyên PKK û PDKê

Gulan Media November 11, 2020 Nûçe
Mezlûm Kobanî: Em nabin beşek ji nakokiyên PKK û PDKê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî tekez dike, “Em nabin beşek ji nakokiyên PKK û PDK û em piştevaniya aliyekî ji wan nakin” lê dibêje, nakokiyên herdu aliyan dê “bandorê li danûstandinên Kurdî-Kurdî bikin”

General Mezlûm Kobanî di hevpeyvînekê de li gel malpera Al Monitor behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê, danûstandinên aliyên Kurdî, nakokiyên di navbera partiyên siyasî li perçeyên din ên Kurdistanû herwiha rêveberiya nû ya Amerîka û egera destpêkirina diyalogekê li gel Tirkiyê kir.

Mezlûm Kobanî di wê hevpeyvînê de behsa hilibjartinên Amerîkayê û serkeftina Joe Biden dike û dibêje, “Em bi hatina rêveberiya nû ya Amerîka geşbîn in.”

Fermandarê HSDê diyar jî dike, “Em pêşbînî dikin ku rola Amerîka li navçeyê berfirehtir bibe” û dibêje, “Em dixwazin Amerîka hêzên xwe li navçeyê du qat zêde bike.”

Derbarê nakokiyên di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dike û dibêje, “Em nabin beşek ji nakokiyên PKK û PDK û em piştevaniya aliyekî ji wan nakin.”

Kobanî tekez dike ku ew nabin beşek ji wan nakokiyan lê amaje bi wê jî dike, “Nakokiyên PKK û PDK wê bandorê li danûstandinên Kurdî-Kurdî bikin.”

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û parastina aramiyê li wê navçeyê jî Mezlûm Kobanî aşkere dike, “Ji bo aramkirina rewşê ez bi YNK û Nêçîrvan Barzanî re di pêwendiyê de me.”

General Mezlûm Kobanî behsa danûstandinên aliyên Kurdî jî dike ji bo pêkanîna yekrêziyê û dibêje, “Danûstandinên Kurdî-Kurdî berdewam in û em bawer dikin dê serbikevin” û tekez jî dike, “Divê Kurdên Sûriyê bi xwe rêveberiya xwe bikin û biryarê bidin.”

Derbarê egera desstpêkirina diyalogekê li gel Tirkiyê jî Mezlûm Kobanî aşkere dike, “Em amade ne bê merc diyalogê li gel Tirkiyê bikin.”

Her di wê hevpeyvînê de Mezlûm Kobanî aşkere dike, “Di pêşerojê de dixwazim bi temamî derbasî nava karê siyasî bibim.”

Rudaw
Top