Li Dêrsimê di navbera PKKê û hêzên Tirkiyê de şer derket
Parêzgariya Dêrsimê di daxuyaniyekê de ragihandiye, li sînorê wê parêzgehê, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê operasyonek li dijî PKKê bi navê Birûsk-4 dane destpêkirin.
Li gor daxuyaniyê, di çarçoveya operasyonê de, roja Sêşemê 10ê Mijdarê hêzên komando û taybet ên cendirme bi piştevaniya hêzên esmanî operasyonek li Geliyê Ahpanos pêk anîn.
Parêzgariya Dêrsimê diyar kiriye, li herêmê di navbera hêzên ewlekariyê û gerîlayên PKKê de şer derketiye û di encamê de 2 kes ji hêzên PKKê jiyana xwe ji dest dane.
K24
