• Thursday, 05 February 2026
logo

Li Dêrsimê di navbera PKKê û hêzên Tirkiyê de şer derket

Gulan Media November 11, 2020 Nûçe
Li Dêrsimê di navbera PKKê û hêzên Tirkiyê de şer derket
Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de şer derket û li gor Parêzgariya Dêrsimê, di şer de 2 gerîlayên PKKê hatine kuştin.

Parêzgariya Dêrsimê di daxuyaniyekê de ragihandiye, li sînorê wê parêzgehê, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê operasyonek li dijî PKKê bi navê Birûsk-4 dane destpêkirin.

Li gor daxuyaniyê, di çarçoveya operasyonê de, roja Sêşemê 10ê Mijdarê hêzên komando û taybet ên cendirme bi piştevaniya hêzên esmanî operasyonek li Geliyê Ahpanos pêk anîn.

Parêzgariya Dêrsimê diyar kiriye, li herêmê di navbera hêzên ewlekariyê û gerîlayên PKKê de şer derketiye û di encamê de 2 kes ji hêzên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

K24
Top