• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokwezîrê Behreynê koça dawiyê kir

Gulan Media November 11, 2020 Nûçe
Serokwezîrê Behreynê koça dawiyê kir
Dîwana Şahaneyê ya Behreynê koça dawiyê ya Serokwezîrê Behreynê Mîr Xelîfe Bin Selman Al Xelîfe ragihand.

Ajansa Nûçeyan a Behreynê ragihand, Mîr Xelîfe Bin Selman vê sibehê di temenê 85 saliyê de li Nexweşxaneya Mayo Clinic a Amerîkayê koça dawiyê kir.

Xelîfe Bin Selman yekem serokwezîr e li cîhanê ku demeke dirêj li ser desthilatê ye. Ji sala 1971'an û vir ve (49 sal in) serokwezîr e.

Serokwezîrê Behreynê di sala 1935 'an de ji dayik bû.

Top