Otubuseke geştyarên Silêmaniyê li Bakurê Kurdistanê wergeriya: 1 mirî û 31 birîndar hene
Îro Çarşemî 11ê Mijdara 2020an demjimêr 04:20 danê sibê li ser rêya Ruha-Wêranşarê otubuseke geştyaran bi plaka Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ku 46 kes têde bûne, dema ku ji Mêrdînê ber bi Ruhayê ve diçû, li nêzîk gundê Terzî wergeriyaye.
Li gor agahiyan, şofêrê otubusê Talha Hesen kontrola otubusê ji dest daye û ew yek sedema bûyerê bûye, ku di encamê de 32 kes ji 46 kesên di otubusê de birîndar bûne.
Birîndarên bûyerê ji aliyê tîmên tendirustî û hawarçûna bilez a 112 bo nexweşxaneya navendî ya bajarê Ruhayê hatine veguhastin.
Li gor zanyariyên Rûdawê, rewşa tendirustiya du ji birîndaran nebaş bû, ku yek ji wan kesan ji ber dijwariya birînan canê xwe ji dest daye.
Rudaw
