Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir
Di peyama Serok Barzanî de hat: “Bi mixabiniyê ve şeva derbasbûyî kurê meta min Salih Mehmûd ji ber nexweşiyê ve koça dawî kir. Xwedê jêrazî Salih Pêşmergeyeke dêrîn û xebatgêr û li heman demê de kesekî xwenas û dîrokzaneke jêhatî bû.”
Serok Barzanî hêviya şîfayê ji bo hemû nexweşan dixwaze û hêvîdar e xwedayê mezin li miriyên hemû aliyekê xweş be.
Herwiha Serok Barzanî diyar kir, ji ber selametiya xelkê jî, pirse û sersaxî nehatiye danîn.
K24
