Ji damezrênerên Gorranê, Qadir Hacî Elî bi Koronayê canê xwe ji dest da
Yek ji damezrênerên Gorranê bi navê Qadir Hacî Elî îro li bajarê Silêmaniyê bi Koronayê canê xwe ji dest da.
Qadir Hacî Elî, yek ji hevalên nêzîkî yên kordînarê berê yê Gorranê Newşîrwan Mistefa bû.
Qadir Hacî Elî sala 1955 li Silêmaniyê ji dayîk bibû. Pişka jeolojiyê xilas kiribû. Sala 1980 bibû pêşmerge. Destpêkê endamê Komeleya Rencderan ya Kurdistanê bû lê paşê bû endamê YNKê. Sala 1994, dezgeha îstixbarata YNKê (Zanyarî) ava kir. Sala 1998 heta 2000, sekreterê polîtburoya YNKê bû.
Qadirê Hacî Elî sala 2009 ji YNKê veqetiya û bi Newşîrwan Mistefa û çend kesên din re, Gorran damezirandin.
Basnews
