Rapirsiya herî nû: Ji bo AK Partî û HDPê encamên surprîz
Navenda Lêkolînan a Metropollê encamên rapirsiyeke xwe ya nû belav kiriye, ku di meha Cotmeha îsal de encam daye. Di rapirsiya Metropollê de pirs ji beşdaran hatiye kirin, gelo eger vê Yekşemiyê hilbijartinên parlamentoyê bên kirin, tu dê deng bidî kîjan partiyê?
Encamên wê rapirsiyê wiha nîşan didin, ku tenê AK Partî û Partiya Komarî ya Gel (CHP) dikarin benda ji sedî 10 a hilbijartinan derbas bikin û hemû partiyên din di jêr bendê de dimînin.
Li gor wê rapirsiyê, dengên AK Partiyê di hilbijartinên bê de kêm dibin û %28.5ê dengan bidestdixe û CHP jî %17.2ê dengan qezenc dike.
Her li gor rapirsiyê, rêjeya dengên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî daketiye bo %8.5 û eger encamên wê rapirsiyê nêzîk bin ji rastiyê, wê demê HDP nikare benda ji sedî 10 a hilbijartinê derbas bike û nagihe parlamentoyê.
Herdu partiyên din ên sereke, MHP û IYI Partî jî li gor encamên rapirsiyê, kêmtir ji sedî 10ê dengdan bi dest tînin, ku pişka IYI Partî %8.6 û ya MHPê %7.9ê dengan e.
Metropollê ragihandiye, daketina rêjeya dengên AK Partiyê nayê wateya wê yekê ku partiyeke din cihê wê partiya desthilatdar bigire. Siyaseta Tirkiyê û krîza aborî bûne sedema guhertina nêrîna dengderan û rêjeya dengên bê alî jî bi awayekê çaverênekirî zêde bûye.
Li gor encamên rapirsiyê, Partiya DEVA ya bi serokatiya Alî Babacan %1.5 û Partiya Paşerojê ya bi serokatiya Ahmet Davutoglu %0.9 dengan werdigirin.
Rudaw
