• Friday, 06 February 2026
logo

Artêşa Amerîka gelek çek û pêdiviyên leşkerî pêşkêşî Pêşmerge kir

Gulan Media November 10, 2020 Nûçe
Artêşa Amerîka gelek çek û pêdiviyên leşkerî pêşkêşî Pêşmerge kir
ev hevkarî bo du tabûrên hêzên pêşmergeye.
Artêşa Amerîka gelek çek û pêdiviyên leşkerî ya hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê dabîn kir.

Îro danê sibê li Wezareta Pêşmerge, bi merasimeke femî artêşa Amerîka gelek çek û pêdiviyên leşkerî pêşkêşî du tabûrên Pêşmerge.

Wezîrê Pêşmerge, Şoreş Îsmaîl di merasimê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, ev alîkarî nîşan dide ku pêwendiyên me û artêşa Amerîka zêdetir bihêz bûne.

Şoreş Îsmaîl her wiha got, em bi şanazî radigehînin ku wezareta me li ser xebatên reformê berdewam e. Helbet rola şîretkarên serbazî yên hevpeymanên me di wî warî de girîng e.
Top