Xelkê Şingalê dixwazin PKKê ji navçeyên wan derkevin
Feysel Qeyranî ku yek ji rewşenbîrên Şingalê ye ji K24'ê got: "Ji ber hebûna PKKê, navçeyên me tên bombebarankirin. Ew xwe dixin nava xelkê. Ew nikarin sengerên xwe bibin bakurê Kurdistanê, belkû navçeyên azad û aram ên başûrê Kurdistanê bicih dibin, ji bo wan têk bidin."
Welatiyekî din ê Şengalê yê bi navê Rizgo Yildiz ku ji ber DAIŞ'ê ve li herêmê koçber bûye û niha ji ber PKK'ê nikare vegere mala xwe, dibêje, "6 sal in em li Kampa Şarya ya li ser sînorê Duhokê dijîn. Bêguman li kampê jiyan ne xweş e. Em dixwazin ku peymana Şengalê pêk were û aramî li Şengalê vegere.''
Çavdêrê siyasî Silêman Hesen jî dihêje: "Xelkê Şingalê li bendê ne ku PKK ji deverê vekişe û vegere qada xwe ya şer li bakurê Kurdistanê, ji ber ku Şingal ne cihê wan ê xebatê ye.”
K24
