Helwesta PDK û YNKê li ser egera şerê Pêşmerge û PKKê
Şêwirmendê Serbazî yê Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Mîhwera Rojavayê Dîcle Babekir Zêbarî û Berpirsê Hêzên 70 yê Pêşmerge Mistefa Çavreş beşdarî bernameya Giftugoya Rojnamenûsî ya Radyoya Rûdawê bûn û behsa rola Amerîkayê di hevkariya Pêşmerge de, egera rûdana şerê Pêşmerge û PKK û çend mijarek din ên girîng kirin.
Li ser pirsa “gelo şerê Pêşmerge û PKKê dê li Herêma Kurdistanê rû bide? Divê çawa rê li ber wî şerî bê girtin?” Mistefa Çavreş got, “Eger em Rêkeftina Washington ku di navbera Mam Celal Kak Mesûd de hatiye îmzekirin bînin bîra xwe, piştî wê her kesê şerê Kurd û Kurd wek tawan zanî. Niha jî dûpat dikim ku divê em bibin qelayek û nehêlin rû bide, bi taybet serkirdayetiya Kurd. Herwiha divê PKKê vê yekê li ber çav bigire.”
Mistefa Çavreş di beşeke gotinên xwe de amaje bi şerê navxwe kir ku di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) rû da û got, “sala 1992an hikûmet, PDK û YNK me şer kir, lê encamp ew bû ku rêkeftin. Ji ber ku mûçe nîne û xelk bêzar e, tika dikim bi navê hemû Hêza Pêşmerge û serkirdayetiya Kurd dawî li wî şerî bînin. Egera wê zêde ye sibe Hevpeyman jî me bicî bihêlin.” Herwiha Çavreş tekez dike, “şerkirin tawan e.”
Babekir Zêbarî: PKK mezintirîn pirsgirêk e bo Herêmî Kurdistanê
Derbarê şerê PKK û Pêşmerge û egera rûdana şer li Herêma Kurdistanê Babekir Zebarî dibêje, “PKK mezintirîn pirsgirêk e bo Herêma Kurdistanê û statuya ku niha li Herêma Kurdistanê heye qebûl nake. Lewma divê PKK rêz li Pêşmerge, PDK û YNKê bigire û anbe xwe bike hakim. Me di demên borî de dît ku PKKê bi RPG û BKC li Pêşmerge da. Cenabê Serok jî demekê gotibû nabe Kurdkujî hebe. Ji ber wê PKK bi kêfa xwe li navçeyên Kurdistanê tê û diçe û heta niha 600 gundên Kurdistanê hatine valakirin û ew ên avedankirî bûn xirap kirine.”
Babekir Zebarî hişyarî dide PKKê û amaje bi wê dike ku “Wan li Dêrelûk xelk bi aşkere kuşt, her wan Rêveberê Asayişê kuşt û bi aşkere gotin me kir. Pêwîst e ew dawî li Kurdistanê bînin û karê wan ne Kurdistan e, ji ber ku bi mana wan em hemû zerarmend dibin. Lewma divê serkirdayetiya Kurd li ser vê biaxive û ev xetereke mezin e.”
Mistefa Çavreş: Em şerê Kurd û Kurd nakin
Derbarê wê yekê de, “eger hat û şer di navbera PKK û Pêşmerge de rû da, yekeya 70 ya Pêşmerge beşdarî wî şerî dibe?” Çavreş dibêje, “Me heta niha ti biryarek nîne beşdarî wî şerî bibin, heta ji me bê em dê bibin dîwarek ku rêgirî li wî şerî bikin. Ji ber wê em biryara parlamentoyê cîbicî dikin û rojek ji rojan şerê Kurd û Kurd nakin.”
Mistefa Çavreş amaje bi wê dike, “PKK li Pênciwîn, Qendîl û gelek navçeyên din hene, lê divl ew hesabê ji bo Pêşmerge û xelkê Kurdistanê bikin. Lewma nabe em jî karekî bikin ku şer rû bide. Divê serkirdayetiya Kurd hewlekê bide û ew pirsgirêk zêdetir kûr nebe. Nabe kurê Kurd bê kuştin.”
Babekir Zêbarî: PKK bûye belayeke mezin li ser Kurdistanê
Babekir Zêbarî dibêje, “PKK bûye belayeke mezin li ser Kurdistanê, hesab bo rêveberiyên nahiye û qayimqamên navçeyên sînorî nake. Ez piştrast im ku ew dijmin han didin bo li dijî me bin.”
Babekir Zêbarî gotinên Mistefa Çavreş yên bo giftugokirina li PKKê baş dizane û dibêje, “Bi başî dizanim li gel PKKê giftugo bê kirin, bo ku pirsgirêkên zêdetir rû nedin. Ji bo ku em hemû rêkeftin bikin. PKK jî divê qeware û Hikûmeta Herêma Kurdistanê biparêze û nabe bêyî pirs û her tiştê dixwaze bike.”
Mistefa Çavreş: Amerîka siyaseta xwe bo Kurdan naguhere
Mistefa Çavreş behsa helwesta Amerîkayê û miamela Demokrat û Komariyan li beramber Kurdan û Hêza Pêşmrge kir û got, “Em miletek in bi feqîriya me çavê me li hemû welatên zilhêz bûye, siyaseta Amerîkayê jî eger Trump biçe û Biden bê guhertineke wisa bo me nabe û di rabirdûyê de jî wisa bû. Amerîka ji ber xatirê Kurdan siyaseta xwe naguhere û dewletên din bo wan girîngir in.”
Babekir Zêbarî: Siyaseta Amerîkayê hatiye dariştin û demdirêj e
Babakir Zêbarî jî li ser miamela Komarî û Demokratan li beranber Kurdan got, “Siyaseta Amerîkayê hatiye dariştin û demdirêj e, ew siyaseta xwe li beramber Kurd naguherin. Ew divê şerê Îran, Sûriye û Tirkiyê bikin da ku Kurd bibin dewlet, eger berjewendiya di wê de be dê bikin.”
Mistefa Çavreş û Babekir Zîbarî tekez dikin, ji bo ku Kurd piştgiriya welatan bidest bixin pêwîst e “yekrêz û yekhelwest bin.”
Mistefa Çavreş di beşeke din a axaftina xwe de derbarê şerê Pêşmerge û DAIŞê û rola Hevpeymanan dibêje, “Ti kes nikare rola Amerîka û Hevpeymanan li ber çav negire, ew roja ku Mûsil hat girtin, 6 firqeyên hêzên Iraqê xwe bi dest da û Elî Xêdan helîkoptera xwe bicî hişt. Ew ê şerê DAIŞê kir Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê bû ji Şingal ya Celewla. Di qonaxa eykem de hinek cih girtin lê me bûn qelayeke bihlz. Her çiqas me şehîd û birîndarên zêde hebûn. Lê me dîsa pêwîstî bi Hevpeymanan heye.
Em hewla yekxistina hêzên Pêşmerge didin û xwe amade dikin bo hemû wan egerên ku hene. Iraq ne dostê me ye û di dîrokê de nebûye serokomar û hikûmet hebe, lê beramber artêşa Iraqê beramber bî. Lewma tiştên nexweş hebin û bûyerên aloz hebin, konsulxane û Hevpeymanan bêzar dibin. Divê em wê bikin ku nebin amraz di destê xelkên din de.”
Pêşmerge wek hêzeke navçeyê çûye nav Hevpeymana Dijî DAIŞê û Babekir Zêbarî li ser pirsa Rûdawê “li gor te ev wisa dike Pêşmerge bihêztir bibe?” got, “Dema DAIŞê êriş kir ez li Bexdayê bûm, Amerîkayê destpêkê li gor wan wisa bû şerê Sunne û Şîeyan e. Paşê zanîn ku DAIŞê sînor nîne û li gel hemû aliyan şer dike, ji ber hindê Amerîka hat hevkarî kir û Pêşmerge jî roleke zêde hemû di têkbirina DAIŞê DE. Lewma Amerîkayê her tim digot, Pêşmerge di şer de aza ne û digotin, ew zanyariyan li beramber şerê DAIŞê didin.”
Babekir Zêbarî amaje bi wê jî da, “Amerîka û Hevpeymanan roleke mezin hebû di têkbirina DAIŞê p hevkarîkirina Pêşmerge de. Herwiha niha û demên derbasbûyî, serbazekî Amerîkî bi xiyanet li Herêma Kurdistanê nehatiye kuştin, bi aramî li Kurdistanê hatinûçûnê dikin. Ew alîkariya Hevpeyman ji bo pirçekkirina Pêşmerge dikin bo me pêwîst e p ji hemû dema zêdetir pêwîstiya me pê heye. Pêşmerge jî divê bê yekxistin û bikeve ser Wezareta Pêşmerge, ji ber ku eger yekgirtî nebin, dibe pirsgirêk û wek berê li me tê.”
Rudaw
