• Saturday, 07 February 2026
logo

Du erdhejan Silêmanî û derdor hejand

Gulan Media November 10, 2020 Nûçe
Du erdhejan Silêmanî û derdor hejand
ti zirarên canî û madî li pey nebûne.
Yek ji wan şeva bûrî û yeke din jî îro danê sibê çê bûye.

Li gor zaniyariyên berdest şeva derbasbûyî erdhejeke biçûk Silêmanî û derdorê Silêmanî hejandiye û xelk jî bi erdhejê hesiyaye.

Herwiha îro sêşem danê sibê erdhejeke din bi tundiya 3.4 pile li ser pîvera Rêxter Silêmanî û derdor hejand.

Ev erdheja han yaku bi tundiya 3.4 pile bûye, di kûrahiya 10km di bin erdê de çê bûye û 35km dûrî navenda bajarê Silêmanî bûye.

Ew her du erdhej ti zirarên canî û madî li pey nebûne.
Top