• Friday, 06 February 2026
logo

Ermenistan û Azerbaycanê li ser Nagorno Karabaxê agirbest ragihandin

Gulan Media November 10, 2020 Nûçe
Ermenistan û Azerbaycanê li ser Nagorno Karabaxê agirbest ragihandin
Ermenistan û Azerbaycan li gel Rûsyayê, rêkeftina agirbestê li ser herêma Nagorno Karabaxê ku herdu alî li ser nakok in, îmze kirin ku ji îro Sêşemê ve destpê kir. Serokomarê Azerbaycanê ev rêkeftin weke “serkeftin” û “kapîtolasiyon” bi nav kir û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Pashiniyan jî ragihand, ti bijardeyeke din li ber wan nemabû.

Rêkeftina agirbestê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê piştî wê yekê hat, ku hêzên artêşa Azerbaycanê bajarê Shusha yê stratejîk ku tenê 10 km li Stepanakert a paytexta herêma Nagorno Karbaxê dûr e, ji dest hêzên Ermenî derxistin.

Nîkol Pashiniyan, Serokwezîrê Ermenistanê, yekem car ev rêkeftin aşkere kir û ragihand, ji demjimêr 01:00am roja Sêşemê ve ew rêkeftina agirbestê dikeve warê cîbicîkirinê.

Pashiniyan got: “Biryara ku min da, ji bo min bi xwe û tevahiya me gelek dijwar bû. Min ev biryar li gor nirxandinên kûr ên ji şert û mercên leşkerî û nirxandina wan kesan da, ku bi başî agahdarî rewşê ne.”

Pashiniyan herwiha diayr kir, ew dê di rojên bê de zanyariyên bêtir bide milletê xwe û tekez kir, ku ev rêkeftin baştirîn çareserî ji bo rewşa niha ye.

Çend demjimêran piştî daxuyaniya Pashiniyan, Serokên Rûsya û Azerbaycanê jî ragihandin, ku rêkeftineke sê alî ji bo bidawîanîna şer li herêma Nagorno Karabaxê hatiye îmzekirin.

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev di hevdîtinekê de li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya videokonferansê têkildarî agirbestê got: “Ev daxuyaniya sê alî qonaxeke çarenivîssaz di vî şerî de tê hesibandin.”

Piştî belavbûna zanyariyên derbarê rêkeftina agirbestê de, karvedan û bertekên li Azerbaycan û Ermenistanê cuda bûn.

Li Baku ya paytexta Azerbaycanê xelk bi alên welatê xwe derketin cadeyan û dest bi keyfxweşiyê kirin, lê li Yerîvan a paytexta Ermenistanê, hejmarek xelkê nerazî ji nîveşevê ve xwepêşandan kirin û bi ser avahiya parlamentoyê de girtin, herwiha li pêşiya avahiya hikûmetê û cihê mana serokwezîr jî xwepêşander kom bûn û dirûşmên tund li dijî hikûmetê û Pashiniyan dan û ew bi xiyanet û nepakiyê tometbar kirin.

Herwiha opozisyona Ermensitanê bang li Pashiniyan kir, ku dest ji kar berde.

Serokomarê Azerbaycanê, Îlham Aliyev di gotarekê de li televîyona fermî ya welatê xwe, serkeftina Azerbaycanê di şerê li herêma Nagorno Karabaxê de ragihand û ew weke “radestbûna Ermenistanê” û sepandina “kampîtolasiyon” bi ser Yerivanê de bi nav kir.

Qonaxa nû ya şer û aloziyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê li ser herêma Nagorno Karabaxê, ji 27ê Îlona îsal ve destpê bûbû û artêşa Azerbaycanê di demeke kurt de gelek navçeyên wê herêmê û navçeyên ku di şerê salên 90î yên sedsala bihorî de ketibûn destê Ermenistanê, ji kontrola hêzên Ermenî derixstin.

Aliyev di gotara xwe de: “Min pêştir ji we re got, em dê wan derxînin, em dê wan wek kûçikan derxînin û me ev yek jî kir.”

Li gor rêkeftinê, navçeyên ku di şerê vê carê de ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve hatine kontrolkirin, di destê Azerbaycanê de dimînin, herwiha Ermenistan dê 3 navçeyên din heta demeke diyarkirî radestî Azerbaycanê bike û jê vekişe.

Di vê çarçoveyê de, Ermenistan dê heta 15ê Mijdarê navçeya Kelbajar, 20ê Mijdarê Agdam û heta 1ê Kanûnê jî navçeya Laçînê radetî Azerbaycanê bike.

Serokê Rûsya Vladimir Putin jî derbarê rêkeftina agirbestê de ragihand, tevahiya pevçûnên leşkerî tên rawestandin û hêzên herdu aliyan li cihên xwe yên niha dimînin û hêzên aştîparêz ên wî welatî dê li ser sînorê navbera herdu aliyan bên belavkirin.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî diyar kir, 1960 serbazên Rûs bi rêya esman ve bo herêma Nagorno Karabaxê tên şandin û erka wan çavdêrîkirina agirbestê dibe.



Rudaw
Top