• Thursday, 05 February 2026
logo

Xwepîşandanê Şingaliyan dijî PKK û Heşda şebî destpê kir

Gulan Media November 9, 2020 Nûçe
Xwepîşandanê Şingaliyan dijî PKK û Heşda şebî destpê kir
dixwazên rêkeftina normal kirina rewşa Şingalê were cîhbicîhkirin.
Şingalî dixwazên PKK û çekdarên Heşda şebî ji deverê derkevin.

Îro yekeşm 8ê Mijdarê awareyên Şingalî yên li kempa Çemişko xwepîşandaneke grseyî li dar xistin.

Awareyên Şingalî di xwepîşandanê de daxwaza derketina çekdarên heşda şebî û pkkê ji Şingalê û herwiha cîhbicîh kirina rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ya bo normal kirina rewşa Şingalê dikin.

Awareyên Şingalî eşkere dikin ku bi derketina PKK û heşda şebî, ew dikarin bi asanî vegerin ser mal û warên xwe.

Weke tê zanîn demek beriya niha jî Tirkiye bi hinceta hebûna endamên PKKê gefa lidar xistina operasiyoneke leşkerî li Şingalê kiribû û piştî gefên Tirkiyeyê jî Hewlêr û Bexda bo normal kirina rewşa Şingalê û hin deverên din yên Kurdistanî yên dagîrkirî rêkeftinek îmze kiribûn.

K24
Top