• Friday, 06 February 2026
logo

Rojavayê Kurdistanê: 5 kesan bi Coronayê jiyana xwe ji dest dan

Gulan Media November 9, 2020 Nûçe
Rojavayê Kurdistanê: 5 kesan bi Coronayê jiyana xwe ji dest dan
Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di jêr kontrola Rêveberiya Xweser de, di nava rojekê de 5 kesên din bi vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest dan û 161 kes jî bi vê vîrusê ketine.

Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser a li Bakur Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên Coronayê belav kir.

Desteya Tendirustiyê ragihand, di nava 24 demjimêrên bihorî de 5 pêketiyên Coronayê li navçeyên Rêveberiya Xweser jiyana xwe ji dest dane ku 3 ji wan ji Kobanî û 2 kes jî ji Dêrikê ne.

Li gor daxuyaniyê, ji 3 kesên ku li Kobanî canê xwe ji dest dane, yek zilam û du jin in û herdu qurbaniyên vîrusê li Dêrikê jî jin in.

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser dibêje, di nava 24 demjimêrên bihorî de 161 kesên din bi Coronayê ketine ku 83 ji wan mêr û 78 kes jî jin in.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku 35 kes li Dêrikê, 25 kes li Hesekê, 27 kes li Qamişlo, 4 kes li Amûdê, 5 kes li Dêrbêsiyê, 4 kes li Girkê Legê, kesek li Rimêlan, 4 li Tirbespî, kesek li Til Temir, 17 kes li Tebqa, 17 kes li Minbicê, 11 li Reqa û 10 kes li Kobanî ne.

Herwiha di 24 demjimêrên bihorî de 16 kes ji pêketiyên Coronayê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser baş bûne.

Bi wan amarên nû re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta niha 5,645 kes bi Coronayê ketine, 814 kes baş bûne û 143 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Rudaw
Top