Rojavayê Kurdistanê: 5 kesan bi Coronayê jiyana xwe ji dest dan
Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser a li Bakur Rojhilatê Sûriyê amarên nû yên Coronayê belav kir.
Desteya Tendirustiyê ragihand, di nava 24 demjimêrên bihorî de 5 pêketiyên Coronayê li navçeyên Rêveberiya Xweser jiyana xwe ji dest dane ku 3 ji wan ji Kobanî û 2 kes jî ji Dêrikê ne.
Li gor daxuyaniyê, ji 3 kesên ku li Kobanî canê xwe ji dest dane, yek zilam û du jin in û herdu qurbaniyên vîrusê li Dêrikê jî jin in.
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser dibêje, di nava 24 demjimêrên bihorî de 161 kesên din bi Coronayê ketine ku 83 ji wan mêr û 78 kes jî jin in.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku 35 kes li Dêrikê, 25 kes li Hesekê, 27 kes li Qamişlo, 4 kes li Amûdê, 5 kes li Dêrbêsiyê, 4 kes li Girkê Legê, kesek li Rimêlan, 4 li Tirbespî, kesek li Til Temir, 17 kes li Tebqa, 17 kes li Minbicê, 11 li Reqa û 10 kes li Kobanî ne.
Herwiha di 24 demjimêrên bihorî de 16 kes ji pêketiyên Coronayê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser baş bûne.
Bi wan amarên nû re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta niha 5,645 kes bi Coronayê ketine, 814 kes baş bûne û 143 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Rudaw
