• Thursday, 05 February 2026
logo

Li Efrînê vîrûsa Koronayê zêde belav bûye

Gulan Media November 9, 2020 Nûçe
Li Efrînê vîrûsa Koronayê zêde belav bûye
Vîrûsa Koronayê (Covid-19) bi awayekî zêde li Efrînê belav bûye û Rêxistina Mafên Mirovan hikûmeta ji aliyê Tirkiyê ve hatiye danîn tometbar dike ku ti rêkarên xweparastinê negirtine.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de diyar kir, vîrûsa Koronayê bi awayekî zêde li Efrînê belav bûye û tenê di du rojên borî de zêdetir ji 300 halet hatine tomarkirin.

Diyar kir jî, piraniya haletan li Nexweşxaneya Leşkerî û nexweşxaneya Şîfa yên Efrînê tên dermankirin, herwiha beşek ji nexweşan ji bo nexweşxaneyên Darit Ize û nexweşxaneyan meydanî ya Atimê tên veguhastin.

Efrîn ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve hatiye dagîrkirin, Rêxistina Mafên Mirovan berpirsatiya belavbûna zêde a vîrûsa Koronayê dixe stûyê hikûmeta Tirkiyê û encûmenên xwecihî yên Efrînê ku bi çalakiyên dibistanan û civînên olî bê girtina rênimayên tendirustiyê dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar dike, bi piranî karmendên encûmenên xwecihiyê yên Efrîn û navçeyên wê, karmendên komele û saziyên hawarhatinê, dezgehên fermi, polîs û mamosteyên dibistanan bi vîrûsa Koronayê ketine.

Herwiha daxwaz ji aliyên berpirsyar dike, qedexeya çûnûhatinê ya sînordar ragihînin û dibistanan, mizgeft û xwaringehan bigirin û xelkê han bidin ku rêkarên xweparêziyê bigirin.

K24
Top