Li Efrînê vîrûsa Koronayê zêde belav bûye
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de diyar kir, vîrûsa Koronayê bi awayekî zêde li Efrînê belav bûye û tenê di du rojên borî de zêdetir ji 300 halet hatine tomarkirin.
Diyar kir jî, piraniya haletan li Nexweşxaneya Leşkerî û nexweşxaneya Şîfa yên Efrînê tên dermankirin, herwiha beşek ji nexweşan ji bo nexweşxaneyên Darit Ize û nexweşxaneyan meydanî ya Atimê tên veguhastin.
Efrîn ku ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve hatiye dagîrkirin, Rêxistina Mafên Mirovan berpirsatiya belavbûna zêde a vîrûsa Koronayê dixe stûyê hikûmeta Tirkiyê û encûmenên xwecihî yên Efrînê ku bi çalakiyên dibistanan û civînên olî bê girtina rênimayên tendirustiyê dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan diyar dike, bi piranî karmendên encûmenên xwecihiyê yên Efrîn û navçeyên wê, karmendên komele û saziyên hawarhatinê, dezgehên fermi, polîs û mamosteyên dibistanan bi vîrûsa Koronayê ketine.
Herwiha daxwaz ji aliyên berpirsyar dike, qedexeya çûnûhatinê ya sînordar ragihînin û dibistanan, mizgeft û xwaringehan bigirin û xelkê han bidin ku rêkarên xweparêziyê bigirin.
K24
