Osman Ocalan: PKKê bi êrîşa ser Pêşmerge ve navûdengê xwe di asta navnetewî de xirabtir kir
Osman Ocalan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Beyanameye Amerîka û Fransayê bo PKKê şok bû, ew li benda wê yekê nebûn Amerîka bi wê tundiyê bersiva wan bide, PKK du pêngavan çû paş ve, fikir û ramanên cuda navbera wan de ava bûne.’’
Herwaha got, di beyanameya Amerîkayê de bi aşkerayî derdikeve ku Washington piştevaniyê li PKKê nake ji ber teqandina boriya nefta Kurdistanê û şehîd kirina Pêşmerge û êrîşa ser dîplomatkaran de. ‘’Bi taybet ew bi xwe jî geheştine wê baweriyê ku xeletin, ji ber em dibînin wirde wê de daxwaza danûstandinan dikin.’’
Li gor Osman Ocalan: ‘’Rêveberiya naha ya PKKê bi destê xwe partiya xwe jinav dibin. Tişta PKK dike şerxwaziye, mixabin partiyek ku berê bangeşeya xebatê bo navçeyeke berfireh dikir, naha karên xwe bo 4 an jî 5 gundên başûrê Kurdistanê biçûk kiriye û bi çepikên hin aliyan ketine çeperê dijî hikûmeta herêma Kurdistanê de.’’
Basnews
