• Thursday, 05 February 2026
logo

Osman Ocalan: PKKê bi êrîşa ser Pêşmerge ve navûdengê xwe di asta navnetewî de xirabtir kir

Gulan Media November 9, 2020 Nûçe
Osman Ocalan: PKKê bi êrîşa ser Pêşmerge ve navûdengê xwe di asta navnetewî de xirabtir kir
Siyasetmedarê bakurê Kurdistanê û rêveberê berê yê PKKê û birayê rêberê PKKê Ebdula Ocalan, Osman Ocalan êrîşa PKKê ya ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û teqandina boriya nafta Kurdistanê ya bo Tirkiyê nirxand û got PKKê bi wan êrîşan di asta navnetewî de navûbanga xwe xirabtir kiriye.

Osman Ocalan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Beyanameye Amerîka û Fransayê bo PKKê şok bû, ew li benda wê yekê nebûn Amerîka bi wê tundiyê bersiva wan bide, PKK du pêngavan çû paş ve, fikir û ramanên cuda navbera wan de ava bûne.’’

Herwaha got, di beyanameya Amerîkayê de bi aşkerayî derdikeve ku Washington piştevaniyê li PKKê nake ji ber teqandina boriya nefta Kurdistanê û şehîd kirina Pêşmerge û êrîşa ser dîplomatkaran de. ‘’Bi taybet ew bi xwe jî geheştine wê baweriyê ku xeletin, ji ber em dibînin wirde wê de daxwaza danûstandinan dikin.’’

Li gor Osman Ocalan: ‘’Rêveberiya naha ya PKKê bi destê xwe partiya xwe jinav dibin. Tişta PKK dike şerxwaziye, mixabin partiyek ku berê bangeşeya xebatê bo navçeyeke berfireh dikir, naha karên xwe bo 4 an jî 5 gundên başûrê Kurdistanê biçûk kiriye û bi çepikên hin aliyan ketine çeperê dijî hikûmeta herêma Kurdistanê de.’’

Basnews
Top