Joe Biden li Parlamena Kurdistanê: Ne tenê çiya dostê kurdan in
Biden di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji vê derê ve, hûn nîşanî hemû cîhanê didin ku dikarin paşerojeke demokratîk ji bo gelê xwe ava bikin. Di dirêjahiya dîrokê de hûn ketine navbera dagirkeriya împaratoriyên Tirk, Fars û Ereb. Di dawîya Cenga Cîhan ya Yekem de çarenivîsa we ket destê dewletên zilhêz û welatek bi navê Iraqê dirust kirin. Em hatine vê derê ku qebûl bikin ku we gelekî êş û azar dîtine. Ne demeke dûr e ku jin, zarok, kal û xortên we bûn armanca kîmyabaran, Enfal, jenosîdên Seddam Hûseynî."
Biden di gotarekê de got: "Êş û azarên Kurdan gelek bandor li ser Amerîkiyan kiriye û ez rêz li êşa we digirim. Ez bawer im dê pêşeroja we, ji rabirdûya we pir baştir be.”
Ev senatorê berî 18 salan dostê nêzîk ê kurdan di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de bi ser ket û bû 46emîn Serokê Amerîkayê.
Her bi ragihandina serkeftina Joe Biden re, Serok Barzanî pîrozbayî lê kir û got: "Bi germî pîrozbayî li dostê xwe serokê hilbijartî Joe Biden dikim. Ez hêvî dikim ku dinyaya azad di bin serokatiya we de hê zêdetir bi aramî û serkeftinê şad bibe."
Biden çend caran weke Senator û Cîgirê Serokê Berê yê Amerîkayê, serdana Kurdistanê kiriye. Çavê kurdan jî li wê ye ku wek Serokê nû yê Amerîka dîsa were Kurdistanê û kurd pêşwaziyê lê bikin.
Her wiha siyasetmedarên Kurd, pispor û dostekurd dibêjin: Rast e Biden doza Kurd baş dizane; lê belê Emerîka welatekî bi sîstem e û divê Kurd di vê demê de hemû karên xwe baş û bikêr pêk bînin. Da ku bikarin bi riya lobiyeke xurt xwe bigihînin armanca xwe. Bi vî rengî ji bo berjewendiyên Kurdistanê qeneetê ji bo Kongre, senato û rêveberan çêbikin.
K24
