Babacan: Tirkiye li ser şaşiyên xwe yên Sûriyê berdewam e
Rêxistinên Partiya DEVAyê li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê yekemîn kongreya xwe ya asayî pêk anîn. Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê, Alî Babacan jî beşdarî kongreyê bû û gotarek pêşkêş kir.
Alî Babacan têkildarî siyaseta Tirkiyê ya li Sûriyê got ku Tirkiye di şerê Sûriyê de bûye aliyek û divê li şûna şer û tevlîheviyan, navçeyê ber bi aşitiyê ve bibe.
Babacan wiha axivî: “Bi xembarî dibêjim niha hikûmet di siyaseta derve de pêdegir û berdewam e li ser parastina şaşiyên xwe. Şerê navxwe li Sûriyê berdewam e, bi milyonan kes anmal û malbata xwe ji dest dan, derbider bûn, neçar bûn ji welat birevin û hewara xwe bighînin welatên din. Welatê me li beramber vê pirsgirêkê, ji şûna bibe aliyekî pirsgirêkê, dikarî bo çareserkirina pirsgirêkê rola xwe bibîne. Niha Tirkiye li Sûriyê alî ye. Ev di demekê de ye Tirkiyê bo danîna bingehê aştî û aramiyê dikarî rolekî gelekî cuda bibîne."
Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê herwiha amaje bi wê yekê kir ku ti sûda Tirkiyê nîne bi îdeolojiyên teng tevlî rewşa li Sûriyê bibe û heta aştiyê neyê pêkanîn mirov dê li wê derê bêne kuştin.
Rudaw
