Firokeyên Tirkiyê êrişî otomobîleke YBŞê kirin
Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê Tehsîn Qasim ragihand ku firokeyên Tirkiyê otomobîleke hêzên YBŞê li navçeya Barê ya ser bi bajarokê Sinûnê bombebaran kirin.
Tehsîn Qasim diyar kir ku ew êriş îro Yekşemê seat derdora 20:00ê otomobîleke hêzên YBŞê bûye armanca bombebarana firokeyên Tirkiyê, lê tam devera êrişê nehate zanîn.
Peyamnêrê me herwiha got ku hêj nayê zanîn ka çend kes û kî di nav wê otomobîlê de bûne, lê bes tê gotin ku ew otomobîl a hêzên YBŞê bûye.
Rêvebirê Nahiya Sinûnê, Xudêda Çokê ji Rûdawê derbarê êrişê de ragihand ku şervanek YBŞê bi sivîkî birîndar bûye û ew bo nexweşxaneyê hate şandin.
Heta niha derbarê bûyerê de ji aliyê YBŞê ve ti daxuyanî nehate dayîn.
Li gor çavkaniyên xwecihî di van demên dawiyê de tevgera firokeyên keşfê yên Tirkiyê li ser herêma Şingalê zêde bûne.
Ev heyama salekê ye zêdeyî 3 caran e firokeyên Tirkiyê li Şingalê êrişî hêzên YBŞê kirine.
Rudaw
