Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî serdana çend welatên Ewropayê dike
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê geşta xwe ya Ewropayê de serdana çend welatên Ewropayî dike û dê bi berpirsên bilind ên wan welatan re bicive û guftûgoyan derbarê pêşxistina pêwendiyên diplomatîk ên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên Ewropa de û bi taybetî jî di warê aboriyê de dike.
Li gor zanyariyên K24ê, şanda bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, ji Wezîrê Plandanan Dr. Dara Reşîd û Serokê Desteya Weberhênanê Dr. Mihemed Şukrî pêk tê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl dide sûdê ji şarezayî û karînên welatên Ewropayê werbigire, ji bo pêşxistina aborî, geşkirina weberhênanê û bihêzkirina jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê.
K24
