• Thursday, 05 February 2026
logo

Austurya: Tirkiye heta 30 salên din jî nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê

Gulan Media November 8, 2020 Nûçe
Austurya: Tirkiye heta 30 salên din jî nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê
Wezîrê Derve yê Austuryayê Alexander Schallenberg, derbarê hewldanên Tirkiyê de bo bibe endamê Yekîtiya Ewropayê got, ew welat heta 30 salên din jî nikare bibe endam. Schallenberg da zanîn ku bi hemû awayekî merc û pîvanên dewleta yasa û mafên mirov bo endambûna Yekîtiya Ewropayê ku Kopenhag diyar kirine, bi salan e ji aliyê hikûmeta Enqerê ve tên binpê kirin.

Wezîrê Derve yê Austuryayê amaje bi bêfêdebûna hewldanên Tirkiyê yên bi vî awayî bo endambûna Yekîtiya Ewropayê da û got: “Divê Yekîtiya Ewropayê di pratîkê de bersiva Tirkiyê bide ne her bi gotin. Em li Deryaya Spî jî bi eşkere û vekirî piştgiriya Yunanîstan û Qubrisê dikin.”

Ev yek hevdem e ligel derketina aloziyan li ser Îslam û Îslamiyên radîkal li çend welatên Ewropayê. Bi taybetî vê mijarê alozî di navbera herdu serokkomarên Tirkiye û Fransayê de çêkiriye.

Di vê derbarê de Alexander Schallenberg got: “Divê di vê derbarê de peyameke zelal û eşkere ya Yekîtiya Ewropayê hebe û bibêje bi ti awayekî cihê Îslama siyasî li Ewropayê nabe.”

Zêdeyî 50 sal e Tirkiye hewl dide bibe endamê Yekîtiya Ewropayê. Berê wezareteke taybet bi danûsatndinên vê mijarê hebû. Lê di dema borî de ew wezaret yekeyeke Wezareta Derve ya Tirkiyê û çend caran jî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan behsa wê yekê kiriye ku dikare referandûmê li welatê xwe bike ka li ser hewldanên endambûna Yekîtiya Ewropayê berdewam bin an bi yekcarî dest jê berdin.

Yekîtiya Ewropayê tekezê li ser nebûna mercên mafên mirov, demokrasî û yasan li Tirkiyê dike ku evane mercên serekî ne bo endambûna yekîtiyê.

Rudaw
Top