Serkirdeyekî YNKê: Madem PKK sûdê ji Başûr dibîne bila ziyanê negehînê
Endamê serkirdetiya YNKê, Hacî Mesîfî li ser hebûna PKKê li Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re got, şerê kurd û kurd hatiye heramkirin. Ji ber ku şerê navxwe dibe sebeba malwêraniyê û aramiya Kurdistanê jî xirab dike, kirîzan kûrtir dike û bi dehan arîşeyên civakî bi xwe re tîne. Ji ber wê jî ya baştir ew e em li şûna şer, berê xwe bidin diyalog û danûstandinê.
Hacî Mesîfî her wiha got, PKK hêzeka kurdî ye û ez bi xwe jî hurmeta xebata wan digirim lê baştir e ew jî nerm bin û hikûmet û desthilata me qebûl bikin. Divê PKK qanûn û Destûra Herêma Kurdistanê qebûl bike û hurmeta wê bigire. Madem Sûdê ji Herêma Kurdistanê dibînin nabe ziyanê bigehînin wê.
Bi gotina wî serkirdeyê YNKê, şerê kurd û kurd ziyanê dide her kesî û tenê dijmin jê mifayê dibîne.
Basnews
