Fransa êrîşa PKKê li ser Pêşmergeyên Kurdistanê bi tundî şermezar dike
Balyozxaneya Fransayê li Iraqê îro li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û nivîsî: “Fransa bi tundî êrîşên li parêzgeha Duhokê yên li ser hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê hatine kirin, şermezar dike.
Di çend rojên derbasbûyî de çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li sînorê nahiya Çemankê ya ser bi navçeya Amêdiyê, sê êrîşên cuda birin ser hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û polîsê parastina petrol û gazê, di encama wan êrîşan de Pêşmergeyek şehîd bû û hejmarek Pêşmerge û polîs birîndar bûn.
Herwiha çend roj berê jî çekdarên PKKê boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ya li sînorê Tirkiyê teqandibûn û rayedarên Herêma Kurdistanê eşkere kiribûn ku ji ber teqandina boriya petrolê, rojane 10 milyon dolar zirar digihe Herêma Kurdistanê.
Ev êrîşên çekdarên PKKê li ser hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, gelek nerazîbûn li ser asta navxweyî û navdewletî li pişt xwe anîn. Nerazîbûna herî diyar jî ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve hat ku di daxuyaniyekê de ragihand: “Amerîkayê bi tundî êrîşa rêxistina terorê ya PKKê bo ser hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê li Iraqê şermezar dike.”
K24
